Halil İbrahim Sincar,Mehmet Sıddık Kaya
04 Adar 2023•Rojanekirin: 05 Adar 2023
Li Diyarbekir û Mêrdînê xwelî dibare.
Xweliya ji duh va dibare li herdu bajaran tesîra xwe didomîne.

Ji ber xweliyê tevlî navendên bajêr esmanên navçeyan jî bi xweliyê sor bûn.
Pisporan hişyarî dan ku bila kal, pîr, zarok û kesên nexweşiya bêhntengiyê bi wan ra heye dernekevin derva.

Rêvebirên meteorolojiyê jî gotin ku xweliya dibare wê seranserê rojê tesîra xwe bidomîne. Ji ber vê jî di çûn û hatin û mesafeya dîtinê da dibe zehmetî çêbibin.
Hat gotin ku li hemberî barîna xweliyê bila welatî baldar bin.