Önder Beyter
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 26 Mijdar 2018
KERKÛK
Li bajarê Kerkûkê yê Iraqê bi boneya 25ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Jinavbirina Şideta Dijî Jinê va bernameyek hat lidarxistin.
Rayedarên îdarî, peywendîdarên dînî, endamên hîndekariyê, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek jinên çalakvan beşdarî bernameya ku li bajêr li saloneke konferansê hat lidarxistin bûn.
Pisporê Derûnnasiyê yê Midûriyeta Tenduristiyê yê Kerkûkê Kemal Cuma di daxuyaniya xwe ya ku li bernameyê da peyamnêrê AAyê da qala rewşa jinên ku li Iraqê tûşî şidetê tên kir û wiha got, "Li seranserê welêt ji sedî 95ê jinên ku tûşî şidetê tên mafên xwe bikarnaynin."
Cuma, sedemên bêdengmayîna jinan da rêzê û wiha got, "Zexta civakî û tirs dike ku jin bêdeng bimînin. Jinên bêyî ku navê xwe eşkere bikin, ji bo çareserî û tedawiyê serî li me didin, ditirsin ku gilîdariya xwe ji polês ra bibêjin."
Cuma herwiha bal kişand ku ji sedî 14ê jinan jî çaxê duhalî ne, rastî şideta fîzîkî tên.
Beşdara bernameyê çalakvan û Seroka Rêxistina Civaka Sivîl Emelê, Sirûd Mihemedê jî bal kişand ku Kerkûk jî di navê da li seranserê welêt di reqemên xwekuştinên jinan da di du salên dawîn da zêdebûneke xeternak heye.
Mihemedê diyar kir ku herî zêde jin û zarok di bin tesîra bûyerên terorê û şer û pevçûnan da dimînin û bal kişand ku hikûmet destê alîkariyê nade van jinên ku di bûyerên navborî da mexdûr bûne.