Ahmet Aydın
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 27 Mijdar 2018
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê zarokên bi dezavantaj çûn sîrkê.
Sîrka Mîlanoyê ya ku li Hola Werzişê ya Seyrantepeyê nimayişan dike, di çarçoveya bernameya ku Navenda Piştevaniya Malbatan a Qaymeqamtiya Baglarê li dar dixe de, zarokên bi dezavantaj ên ku li navçeyê îqamet dikin, ezimandin.

Hîndekarê Navenda Piştevaniya Malbatan a Qaymeqamtiya Baglarê Veysel Belek di daxuyaniya xwe ya piştî nimayişê de destnîşan kir ku zarokên malbatên ku ji navendê sûdê werdigirin anîne sîrkê û anî ziman ku zarokên beşdar gelekî kêfxweş bûne.
Ji zarokan Mazlum Doganê 12 salî anî ziman ku nimayişên palyoçoyan û yên semayê gelekî ecibandine û spasiya rayedaran kir.

Buşra Tarhana 13 salî jî destnîşan kir ku cara yekê ye tê sîrkê û got, "Min gelekî eciband, nimayişên akrobasiyê gelekî xweş bûn."
Husyin Poyraz Akbaşê 10 salî jî anî ziman ku dema nimayişên palyoçoyan de gelekî kêf kiriye.
