Sinan Doruk
23 Nîsan 2022•Rojanekirin: 28 Nîsan 2022
Li Afşîna navçeya Kahramanmaraşê li kêleka Çemê Hurmanê ku bilindahiya wê 1500 mêtre ye, guldexwîn hêşîn dibin û warê guldexwînan bû pêgeha wênekêşan.

Çemê Hurmanê li devera çiyayî ya taxa Tanirê ye û 126 kîlomêtre dûrî navenda Kahramanmaraşê ye û 25 kîlomêtreyan jî dûrî navenda Afşînê ye. Ji seranserê çem di gelî da guldexwînan avjero da û vekirin. Guldexwînên ku di av û hewayeke mîkroklîmal da hêşîn dibin, emrê wan tenê 3 hefte ye. Gelek turîstên xwemalî û biyanî tên dîtinahiya guldexwînan.

Wênekêşên amator û profesyonel û turîst piştî rêwîtiyeke zehmet digihêjin herêmê ku wêneyan bikişînin.
Kesên ku zirarê didin guldexwînan ji wan ra 109 hezar û 593 lire cezayê pere yê îdarî tê birîn.

Hunermendê wêneyan û nivîskar Mustafa Ertekîn ji nûçegihanê AAyê ra got ku li kêleka Çemê Hurmanê dîtina guldexwînan û guhdarkirina dengê avê merivan mest dike.