Elif Irmak
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Li Kerkûka bajarê Iraqê jinên ku bi axa taybet a ji çiyê tînin heriyê çêdikin, bi vê heriyê tendûrên nan çêdikin û ji çar aliyê welêt ra dişînin û pê debara xwe dikin.
Çanda heriya tendûrê ya ji sedan salî li navenda bajarê Kerkûkê li taxa Bulakê li atolyeyê tê berdewamkirin.
Ev pîşe tenê ji hêla jinan va tê kirin û biqasî 100 salan e ji pîrikan derbasî neviyan dibe. Jinên ku vê pîşeyê dikin debara xwe bi çêkirina tendûrên nan dikin.
Jinên Kerkûkî bi taybetê mehên havînê zend û bendê xwe ba didin û dixebitin, carna hevser û zarokêan wan jî alîkariya wan dikin.

Almaz Enwera 63 salî ev 50 sal e tendûran çêdike.
Enwera xwediya atolyeyê daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku "Ez dema 12 salî bûm ji pîrika xwe elimîm çêkirina tendûran û ev 50 sal e ku tendûran çêdikim."
Enwerê got dema biçûk bû diya wê tendûr çêdikirin û bavê wê jî axa ku di çêkirina tendûran da tê bikaranîn ji dora Kerkûkê dianî.
Enwerê got atolyeya tendûrên nan a ku tekane û atolyeya ewil a tendûrên nan a Kerkûkê ye bi qasî 100 sal e bênavber dixebite û ragihand ku di vê pîşeyê da tenê jin dixebitin lêbelê van salên dawîn mêr jî dikevin vî karî.
Enwerê got bi dahat ku ji vir bi dest dixin debara xwe dikin û axatina xwe wiha dewam kir:
"Em axa ku ji hawirdora Kerkûkê tînin eleg dikin û ji çend merheleyan derbas dikin paşê bi kedeke sê rojan dewam dike tendûran çêdikin. Bi taybetî bi hatina havînê ra sezon dest pê dike. Em mehane herî kêm 50-60 tendûran çêdikin."

Enwerê got tendûr ji her axê nayê çêkirin, piştî ku ji çiyê tînin axê ji çend merheleyan derbas dikin û dikin toz û xubar û kayê dixine navê û paşê pê tendûran çêdikin û behs kir ku tendûrekê di nav 3 rojan da diqedînin.
Enwerê got ku tendûran piranî difroşin gundiyan û nanfiroşên ku nanê tendûrê difroşin û diyar kir ku ji Hewlêr, Zaxo, Dihok û bajarên başûr têlefon dikin û siparîş didin. Enwerê got ku "Em siparîşan temam dikin û bi kargoyê dişînin."
Enwerê got digel ku teknolojî pêş ket û eleqeya ji bo firûnên ceyranê zêde bû jî eleqeya ji bo tendûrên heriyê hê jî zêde ye û welatî nanê tendûrê ji bo tenduristiyê baştir dibînin.
- Pîşeyê hînî neviyên xwe dike
Enwerê da zanîn ji bo ku ev pîşeya wekî mîrateya çandê ya Kerkûkê ji holê ranebe hewl dide ku bielimîne zarok û neviyên xwe jî û got ku bi taybetî dema dibistan dikevin tetîlê zarok û neviyên xwe tîne atolyeyê û ji bo ku vî karî hîn bibin wan teşwîq dike.
- Atolyeya tendûrê ji bo jinan bû deriyê hêviyê
Enwerê destnîşan kir ku li atolyeyê jinan îstixdam dike û li vir rojane 4-5 jin dixebitin.