Haydar Şahin
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Li Qersê hewa sar bû û welatî sobeyên xwe datînin.
Li Sarîqamîşa ji wargehên herî bilind ên welêt a zivistana wê gelekî sar derbas dibe germahiya hewayê daket.
Li navçeyê bi şev germahiya hewayê 0 pile hat pîvandin, ji ber sermayê welatî sobeyên xwe datînin û dadidin, kombiyên xwe vêdixin.
Melek Vanliya ji Taxa Tepeyê diyar kir ku îsal germahiya hewayê nişkava daket û wiha axivî: "Hewa gelekî sar bû me jî sobeyên xwe danîn û êdî sobeyan vêdixin. Zivistan êdî hat Sarîqamîşê."
Wekî mayîn li Cibiltepeya Navenda Xweşiqitandinê û Çiyayê Axbabayê jî mij ket erdê.