İbrahim Atmaca
07 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2020
Li Kilîsê piştî mehsereya tiriyan, çêkirina dimis jî dest pê kir.
Li gundê Çayiraltiyê yê navçeya Musabeyliyê karkerên çandiniyê diçin serê bax û baxçeyan û tiriyên ku berhev dikin û dixin zembîlan, bi traktoran va dibin tesîsa dimisê tiriyan.
Tirî li tesîsê tên şûştin, di hewzan da bi makîneyê tê perçiqandin û şîreya wan tê bidestxistin. Ev şîre nêzî 4 saetan di beroşan da tê kelandin, piştî ku tîr dibe, rojekê didin sekinandin û dibe dimis.
Paşê dimis dixin derdanan û ji bo sifreyan amade dibe.
Serokê Odeya Endezyarên Ziraetê ya Kilîsê Guven Ozdemir daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir, dimis ji bo herêmê dahateke girîng e.
Ozdemir destnîşan kir ku feydeya dimisê pir zêde ye û wiha dewam kir, "Laşê merivan pêdiviya qalsiyum, potasyum, magnezyum û demir ji dimis hildide. Tiriyên îsal bi bihayekî ku duhat xwestin, nehat firotin. Cotkaran jî berê xwe da çêkirina dimis. Tiriyên ku berê weke tirî û mewîj dihat firotin, îsal kirin dimis."
Ozdemir dimisa ku tê çêkirin, herî zêde li nav welêt tê firotin, lê ji Rûsyayê ra jî tê îxrackirin.
Ozdemir diyar kir, li gor qelîteya tiriyan bihayê dimis di navbera 20 û 30 lireyî da diguhere.
Mehmet Gunê hilberîner jî got ku çêkirina dimis zehmet e û ji ber tehm û aromaya wê ev tehm tê tercîhkirin.
Gun diyar kir ku ew rojê nîvendî 20 ton tirî dixin dimis û wiha dewam kir, "Em tiriyên cotkarên xwe dikirin û li vê derê dixin dimis. Em dikarin rojê di navbera 2 û 3 tonî da dimis çêkin. Mehsereya tiriyan nêzî 40 şevî dewam dike, em jî li gor vê salê nîvendî 100 tonî zêdetir dimis çêdikin."