Haydar Şahin
26 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2018
MERSIN
Li Mêrsinê ji ber zîpika ku duh barî serayên li navçeya Akdenizê zirar dîtin.
Duh ji berdestê sibê pê va baranê dest pê kir û paşê vegeriya zîpikê. Zîpikê zirar da serayên muz, bacanên sor û îsotê yên li taxên Kazanli û Adanalioxluyê.
Xêncî zîpikê bayê guj jî banê hin serayan ji ser avêt û parçeyên wan li der û dorê belav kir.
Ber destê sibê cotkar çûn serayên xwe yên zirar dîtine, parçeyên serayê yên li der û dorê belav bûne kom kirin, zerzewatên ku zirar nedîtine kom kirin.
Hakan Rencuzogullariyê cotkarê 31 salî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Ji ber bagera duh 15 dolim eraziyê min ê lê bîber ajotibû zirar dît. Avê da ser kêmzêde 20 dolim erdê min. Ji Xwedê hatiye, ji destê me tiştek nayê. Em ê ji dewletê alîkariyê bixwazin. Zirara me kêmzêde 200-300 hezar lire ye. Ji ber heriyê em di tengasiyê da dimînin û nikarin paqijiyê bikin. Xebatên paqijkirinê ew ê bi qasî 20-25 rojan dewam bikin."
Rencuzogullari diyar kir ku bi karkeran ra dixebitin ku serayê dîsa serast bikin, piştî komkirina bîberên zirar dîtinê ew ê dîsa bîberan bajon.