Mersîn navend li çar bajaran li hember Rêxistina Paralel operasyon hatin kirin. Di operasyonan de ji 40î zêdetir xebatkarên ewlehiyê hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat bi destxistin, tîmên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna Terorê yên Midûriyeta Ewlehiyê ya Mersînê di hin malên xebatkarên ewlehiyê de lêgerin kirin.
Rayedaran ewil kesên ku hatin binçavkirin birin nexweşxaneyê ku kontrola wan a tenduristiyê bê kirin. Pişt re ew birin Midûriyeta Ewlehiyê.
Hat ragihandin ku di vê jêpirsînê de ji 40î zêdetir xebatkarên ewlehiyê hatin binçavkirin.
Hat gotin ku kesên ku li bajarên din hatine binçavkirin jî wê bişînin Mersînê.