Volkan Kaşik
11 Gulan 2024•Rojanekirin: 12 Gulan 2024
Li Meletiyê minîbêsa rêwiyan qelibî û yek jê giran 12 kes birîndar bûn.
Minîbêsa bi plaqeya 02 AEP 394 ku T.N. (33) diajot li ser rêya Meletî-Adiyemanê li Kozluka gundê navçeya Yeşîlyurdê qelibî.
Li ser îxbara kesên li derdorê ekîbên tenduristiyê çûn ciyê qezayê.
Di qezayê da yek jê zarok 12 kes birîndar bûn.
Ekîbên îtfaiyeya Şaredariya Bajarê Mezin ya Meletiyê kesên birîndar ji wesaîtê derxistin û bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên li bajêr.
Li gor agahiyan ji birîndaran rewşa N.K.yê (40) rakirin Navenda Tipê ya Taybet ya Turgut Ozal ya Zanîngeha Înonuyê giran e.