Beşir Şavur
10 Gulan 2024•Rojanekirin: 11 Gulan 2024
Li Dêrika navçeya Mêrdînê ajokarê TIRa ku qulibî birîndar bû.
Li taxa Hayirliya Dêrikê TIRa bi plaqeya 63 SL 550 ku hê nasnameya ajokar nehatiye tesbîtkirin, ji kontrolê derket û qulibî.
Li ser îxbarê ekîbên Tenduristiya Acil a 112ê û îtfaiye sewqî cihê bûyerê kirin.
Ajokarê ku di qezayê da birîndar bû rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrikê.