Elif Orhan
25 Hezîran 2019•Rojanekirin: 27 Hezîran 2019
Li Qiziltepeya navçeya Mêrdînê li zeviyekê kûzeya belek a ku di nav cisnên di bin parastinê da ye hat dîtin.
Karkerên ku li zeviya genim a li Taxa Demirciyê dixebitîn dîtin ku ji boriya avdayînê deng tê. Karkeran li nav boriyê nêrîn û heywaneke ku berê nedîtibûn dîtin.
Karkeran heywan girtin û xistin nav qefesê û bi xwediyê zeviyê ra lêkolînek kirin û tesbît kirin ku heywan kûzeya belek e.
Fesîh Doganê ku li zeviyê dixebitî daxuyaniyek da û got dema heywan dîtin şaş û metel man.
"Min cara ewil dît. Dema em pê hesiyan ku koka wê ber qelanê ye em gelekî xemgîn bûn. Em naxwazin ku koka wê biqele. Heywaneke gelekî xweşik û şirîn e." û da zanîn ku av û xwarin dane kûzeya belek.
Xwediyê zeviyê Selîm Dundar jî qal kir ku divê zirarê nedin heywanên koka wan ber qelanê ne û wan berdin çolê û got ku "Ev heywan cara ewil li vir hat dîtin."
Ji aliyê din va rayedarên Midûriya Şûbeya Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê diyar kir ku kûzeya belek di bin parastinê da ye û dê di demeke nêz da dîsa wê berdin çolê.