29 Adar 2016•Rojanekirin: 30 Adar 2016
MARDÎN
Walîtiya Mêrdînê daxuyand ku ew bi pirsgirêkên welatiyan ên di êrîşên PKKya rêxistina terorê da mexdûr bûn re eleqeder dibin.
Saziyên dewletê û saziyên civaka sivîl pêdivêyên welatiyan ên wekî cihê lê mayin, tendûristî, perwerdeyê ra mijûl dibin û alîkariya aboriyê didin welatiyan.
Di daxuyaniyê da hat eşkerekirin ku, hemû Weqfên Piştevanî û Alîkariya Civakî alîkariya aboriyê didin welatiyên ku mecbûr man koç bikin û wiha hat gotin:
"Di çarçoveya alîkariya hemû weqfên me yên navçeyê yên ku alîkarî dan da, 5 milyon û 817 hezar û 536 lîre alîkarî, li 8 hezar û 62 malbatan û 980 xwendekarên ku bûyerên terorê da mexdûr bûn, hat belavkirin. Herwiha ji bo welatî mexdûr nebin, ji navçeya Midyatê ra milyon û 500 hezar, Qiziltepeyê ra 600 hezar lîre û Dargeçîtê ra jî 200 hezar lîre pereyê zêde hat razandin."
-Ji 6 hezar û 673 kesan ra alîkariya psîkososyal
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Midûriya Tendûristiyê ya Gel bêyî navber xebatên xwe didomîne û li alîkariya psîkososyal didin 6 hezar û 673 kesan.