Beşir Şavur,Cihat Şayık
11 Sibat 2026•Rojanekirin: 11 Sibat 2026
Li Artukluya navçeya Mêrdînê otomobîlê li bariyerê xist û 3 kes tê da birîndar bûn.
Li Taxa Tîlkîtepeyê otomobîla ku navê şofêrê wê nehat hînbûn û plaqeya wê 06 DNP 283 e, li bariyera kêleka rê xist.
Li ser êxbarê ambulans, îtfaiye û polês sewqî cihê bûyerê kirin.
Di qezayê da 3 kesên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.