Orhan Sağlam,Şener Toktaş,İbrahim Yaldız
11 Sibat 2026•Rojanekirin: 12 Sibat 2026
Li Wan, Bidlîs û Mûşê ji ber şert û mercên neyînî yên hewayê rêya 352 cih û waran girtî ye.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê, ji ber berf û bagerê li tevahiya bajêr rêya 87 cih û waran girtî ye.
Ekîbên berfê xebatên xwe yên vekirina rêyan didomînin.
- Bidlîs
Li Bidlîsê rêya 27 cih û waran ji ber berfê hat girtin.
Midûrê Xizmetên Rê û Veguhestinê yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Umît Kurtkan diyar kir ku xebatên vekirina rêyan didomin.
Kurtkan destnîşan kir, ji bo ku welatî mexdûr nebin rê dê di kurtedemekê da bên vekirin.
- Mûş
Li Mûşê jî bi ketina berfê ra rêya 238 gundên navendê û navçeyan hatin girtin.
Sekreterê Giştî yê Rêveberiya Taybet a Parêzgehê Şeyhmus Yentur diyar kir ku li bajêr ji ber berf û bagerê di çûn û hatinê da tengasî çêdibin.
Yentur bal kişand, ji bo ku rêyên girtî bên vekirin da ku welatî mexdûr nebin, ekîb xebatên xwe yên li qadê bênavber didomînin.