Beşir Şavur
03 Adar 2025•Rojanekirin: 04 Adar 2025
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê, tankera sotemenî barkirî welgeriya û ajokarê wê birîndar bû.
Li Xaçerêya Sîteya Pîşesaziyê, tankera ku nasnameya ajokarê wê hê nehatiye tesbîtkirin, welgeriya.
Di qezayê da ajokar birîndar bû.
Li ser agahdarkirinê, ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez û ekîbên îtfaiyeyê hatin verêkirin.
Birîndar bi ambulansê bo Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê hat veguhestin.