Mehmet Umut Bakay
25 Mijdar 2025•Rojanekirin: 26 Mijdar 2025
Li Akdenîza navçeya Mêrsînê ji maleke bêhna genî jê dihat, 10 kamyon zibil hat derxistin.
Li gorî daxuyaniya Şaredariya Akdenîzê, ekîbên Midûriyeta Zabiteyê li ser giliyên welatiyan ên bêhna genî, derketina kêzikan û qirêjiya dîmenê, di mala li Taxa Mufîde Îlhanê da lêkolîn pêk anî.
Ekîban tesbît kir ku li ber derî, li hewşê û di odeyên malê da gelek kincên kevn, pîne û pot, mobîlya, alavên plastîkî hene.
Bi alîkariya makîneyên kar xebat hat meşandin û ji malê 10 kamyon zibil hat derxistin.