Sabri Yıldırım
08 Gulan 2025•Rojanekirin: 10 Gulan 2025
Li Mûşê 300 xwendekarên ku perwerdeya xwe ya hafiztîyê temam kirin, îcazet hildan.
Li hêwana sporê ya li navenda bajêr merasimek hat kirin, merasim bi rêzgirtin û Sirûda Îstîklalê dest pê kir.
Walîyê Mûşê Avnî Çakir di çarçoveya merasimê da axaftinek kir, got ku ew ji bo asta ku hafiz gihiştinê şanaz e.
Serokê Lijneya Kiraat û Lêkolîna Mushafan ya Serokatiya Karên Diyanetê Hafiz Osman Şahin jî got, "Li Mûşê cara ewil merasima îcazetê ya hafiztîyê hat kirin. Ev ne tenê merasimek e ev wexteke biqîmet e ku di vê wextê da em sebr, cefa, xizmet û xeyretê dibînin. Îro ev hafizên ku em wan li vê derê dibînin tabloya şerefê ya Mûşê ne."
Di dawiya bernameyê da îcazet dan xwendekaran.