Sabri Yıldırım
06 Hezîran 2022•Rojanekirin: 07 Hezîran 2022
Li Alazliya gundê Korkuta navçeya Mûşê 45 sal e legleg li ser banê heman malê hêlîna xwe çêdikin.
Leglegên ku îsal jî hatin li ser mala Şukriye Yeşîlê hêlîna xwe çêkirin ketin kurkê.
Şukriye Yeşîlê daxuyand 45 sal e legleg tên ser xaniyê wê hêlînê çêdikin, ew jî ji bo ku zirarê nede wan pir hesas tevdigere.

Yeşîlê wiha got: "Em leglegên ser kurkê wek mêvanên taybet qebûl dikin. Hatina wan mizgîniya biharê ye. Ew mêvanên me ne. Her sal biharê tên, em jî ji bo ku ew birçî nemînin masî û goşt datînin hêlîna wan. Lewra wextê tên zêde berf heye û ew nikarin ji xwe ra xwarinê peyda bikin. Her sal hêlîna xwe nû dikin. Yek diçe xwarinê tîne, ya din jî di hêlînê da li cem çêlikên xwe disekine."
Hikmet Yeşîl jî got her sal dema çêlikên wan difirin legleg jî koç dikin û wiha dewam kir: "Her sal di meha adarê da legleg tên gundê me dibin mêvan. Em bi hev ra dijîn."