Haydar Şahin
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Li Mûşê beta avê ya daristanê ya birîndar hat dîtin û tê dermankirin.
Şahîn Karagulê hosteyê mobîlyayê dema diçû karê xwe beta avê ya daristanê ya ku birîndar bibû dît û li ser vê haya Komeleya Parastina Tebîetê ya Qulungên Deşta Mûşê pê xist.
Kasim Avciyê Serokê Komeleyê hat karxaneya Karagul beta avê ya birîndar ji bo dermankirinê bir Mala Xwedîkirin û Rehabilîtasyona Heywanên Kuçeyan a Şaredariya Mûşê.
Di kontrola li kilînîkê da hat dîtin ku jêra histûyê beta avê birîndar bûye.
Piştî dermankirinê ew ê qasî demekê beta avê di kontrolê da bigrin paşê berî çolê bidin.
Abdullah Almeyê teknîkerê beytariyê diyar kir ku birîna binê histûyê beta avê ji ber pencika teyr û qertelan çêbûye, du kêl avêtin birîna wê û birîn girtin.
Avci ji ber hesasiyeta wî ji Karagul ra sipas kir.