Önder Beyter
06 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Li Zozanê Feraşînê yê li Beytuşebaba navçeya Şirnexê ku raqima wê 2 hezar û 625 e, piştî ku ewlekarî hat edilandin, heywandar êdî dikarin 6 mehan heywanên xwe biçêrînin.
Zozanê Feraşînê ku di dikeve navbera Şirnex, Hekarî û Wanê, bi operasyonên serkeftî yên hêzên ewlekariyê aram bû. Welatiyên ku ji ber êrîşên rêxistina terorê PKKyê, salên 1990î neçar mabûn ji gundên xwe çûbûn, di salên dawîn da bi xebatên ku tên kirin va bêtirs ajelên xwe didin pêşiya xwe û derdikevin zozanan.
Bi xêra Baregeha Yeşilozê ku bi destê eskeran hat avakirin, xelk vedigere gundên valakirî û herwiha li zozanên ku heywandar berê bi tenê dikaribûn 3 mehan bimînin, êdî heya zivistanê dimînin û heywanên xwe diçêrînin.
Heywandar Erkan Aslan ku hat gundê Yeşilozê, diyar kir ku bi xêra Baregeha Yeşilozê êdî ew heya zivistanê heywanên xwe diçêrînin û wiha dewam kir:
"Berê em tenê 3 mehan diman, wisa bû. Lê niha em dikarin 6 mehan bimînin. Bi avabûna baregehê êdî em rihet in. Berê di dagêrê da me li malê tu tişt nedihîşt, me deriyên xwe dadidan. Lê niha êdî em deriyên xwe ser piştê dihêlin û diçin. Bi avabûna baregehê êdî em kîngê bixwazin, em dikarin derkevin zozanan."