Sabri Yıldırım
06 Hezîran 2021•Rojanekirin: 11 Hezîran 2021
Li Mûşê bi destpêkirina heyama gihadirûnê va cotkar sibehê zû diçin serê zeviyên xwe û di kelekela havînê da bi tirpanê giha didirûn.
Li gundê Yelalanê yê 55 kîlometre dûrî navendê, cotkar bi tirpanê giha didirûn ku zivistanê bidin pez.
Mixtarê gund Suphî Yaşli diyar kir, zeviyên li palê yên ku traktor bikarin biçin, ew bi tirpanê didirûn.
Yaşli bal kişand ku ew gihadirûna bi tirpanê ji mezinên xwe hîn bûn û wiha dewam kir, "Karekî zehf giran û bi zehmet e, lê ewqas jî xweş e. Bi qasî dijwariya wê, sûda wê ji bo mirov heye. Însanê ku tirpanê dikişîne, hemû masûlkeyên wî dixebitin. Em nexasim ciyên ku traktor nikare bikevê, didirûn."
Ali Karatepe jî diyar kir, gihadirûna îsal dest pê kir û wiha dewam kir, "Em wekî gundî bi hev ra rojê zeviya yekî didirûn. Roj dirêj in û zehf germ e. Em sibehê zû tên gihadirûnê."