Sagip Sezginer
07 Hezîran 2021•Rojanekirin: 08 Hezîran 2021
Tê texmînkirin, li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li 2 parêzgehan tavî û taviya bibirqetav dê were.
Li gorî daxuyaniya Midûriyeta Meteorolojiyê ya Herêma 12emîn, tê texmînkirin ku li herêmê hewa dê perçe ewrayî û cih cihan jî pir ewrayî be.
Her wiha ji danê nîvro şûnda li Qers û Erdexanê tavî û taviya bibirqetav dê were.
Li herêma ku germahî dê di asta demsalê da be, ba jî dê ji rojava û bakurê rojava nerm, car caran jî nîveqewî rabe.
Li herêmê bi şev germahiya herî nizim li Îdirê 15, li Erzinganê 9, li Tunceliyê 8, li Erzirom û Agiriyê 4 û li Qers û Erdexanê jî 2 pile hat pîvan.
Her wiha tê texmînkirin ku nava rojê jî germahiya herî zêde Îdirê 31, li Tunceliyê 30, li Erzinganê 26, li Agiriyê 25, li Qers û Erziromê 22 û li Erdexanê jî 20 pile be.