Haydar Şahin
04 Hezîran 2020•Rojanekirin: 05 Hezîran 2020
Hecheckên her sal tên li banê dibistana gundê Eralanê hêlînên xwe çêdikin bi deng û rûyê xwe balê dikişînin.
Turan Yîgîtê mixtarê gund di daxuyaniya xwe da diyar kir ku koça hecheckan berê di dema perwerdeya zarokan da dibû lêbelê îsal ji ber vîrusa koronayê xwendingeh vala ne.
Yîgît destnîşan kir ku bi sedan hecheckan dora xwendingehê pêçan û wiha got: "Salên berê dema zarok li xwendingehê bûn hecheck kêm dihatin. Ji ber ku xwendekar tunin îsal zêde hatin. Em jî wan temaşe dikin. Hetanî ji destê me tê em ji wan ra malxwedîtiyê dikin. Xwendingeh girtî ne, di dewsa xwendekaran da hecheckan dora xwendingehê pêçan. Ji bo zirarek neyê hêlînên wan em xwendingeha xwe boyax nakin."