Abdullah Tel
04 Hezîran 2020•Rojanekirin: 08 Hezîran 2020
Zarokên ji Sûriyeyê ku li Îdlibê di êrîş û bombebarana rejima Beşar Esed da birîndar bûn nizanin çi li pêşiya wan e û bi nîşaneyên şer va mezin dibin.
Merasima "Roja Zarokên Mesûm ên Qurbanên Şerên Navneteweyî" ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hersal di 4ê Hezîranê da ji bo mafên zarokan bi bîr bixe organîze dike careke din raxist pêş çavan ku zarok mexdûrên herî mezin ên şerê navxweyî yê li Sûriyeyê ne.
Di êrîş û bombebaranên rejima Esed û piştgirên wê da bi dehan hezar zarok can dan û gelek ji wan jî birîndar bûn û seqet man.
Nûçegihanên AAyê çûn cem zarok û malbatên wan ên ku li herêma Îdlibê ji ber êrîş û bombarana rejima Esed û Rûsyayê reviyane û xwe spartine kampên ser xeta sînor.
- "Min bêrîya wan lîstikên ku bi hevalên xwe ra dileyîstim kiriye"
Evdirehman Dawitê 8 salî ku 5 sal berê bavê wî di êrîşeke hewayî ya rejimê bir serî da can da û perçeyekî şerapnelê jî li milê wî yê çepê ket.
Dawitê biçûk ê seqet maye nikare xwe ji wan rojên reş ên qewimîne xilas bike.
Di axaftina xwe da Dawit got: "Ez 8 salî me û ji Erîhayê me. Bavê min di êrîşa balafiran da can da û ew ji bîra min dernakeve. Min bêriya gundê xwe û hevalên xwe yên dibistanê kiriye, pir dixwazim vegerim wan rojan û bi wan ra bileyîzim."
- "Êşa kurê min dewam dike"
Um Mihemed a Dayika Dawit ku 4 zarokên wê hene qala travmaya hatiye serê ewladê wê kir û got ku derd û êşa ku hatiye serê wan nayê terîfkirin.
Dayika bi derd û keser got ku wan 4 meh berê ji Erîhayê koç kir û li ser rewşa kurê xwe Evdirehman sekinî û got: "Êşa kurê min dewam dike. Ew herî li erdê dikeve agir û xurî bi nav dilê min dikeve. Ev jî qedera wî ye hêj 2 sal û nîv bû sêwî ma. Ka sûcê wî çiye? Kurê min dibêje dayê dema ez bi rê da diçim zarok ji min ra dibêjin yek milî."
- "Bextê qîza min reş bû"
Ji mexdûrên şer yek jî keçika 7 salî Întisar e ku ew ji gundê Rîf Eş-Şarkiyê ne. 4 sal berê di êrîşa hewayî ya li ser gund hatiye kirin da ser û çavên wê û ji bedena wê hin der şewitîne.
Keçika reben a ku ser û çavên wê di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da şewitî di 3 saliya xwe da bû qurbana şer û malbata wê ewilî derbasî navçeya Serakibê û ji wê derê jî paşê derbasî kampa bajaroka Hazzanoyê ya nêzî xeta sînore, bûn.
Um Eyyup a dayika Întisarê got: "Ser û çavê qîza min û ji bedena wê hin cih şewitîn. Ew ji ber birînên şewatê ku li ser çavên wê ne mîna ku qet nejiyabe hîs dike. Ma sûcê wê çiye? Bila yek ji min ra bibêje ka çiye? Qîza min dema bi hevalên xwe ra dileyîze ji ber birînên xwe hertim xemgîne. Xwedê wan (rejimê) qet needilîne. Bextê qîza min reş kirin û ez hêvî dikim ku qîza min wekî berê bi sihet be û baş bibe."