Sabri Yıldırım
12 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2021
Li Mûşê heywandar ji ber wê yekê kêfxweş in ku germahiya hewayê di ser asta demsalê da didome.
Heywandar Metin Aydemirê xelkê gundê Agaçlikê diyar kir, ji ber ku hewa germ e ew heywanên xwe berdidin çêre.
Aydemir got ku bi xêra vê yekê ew ji ka û kes teserufê dikin û wiha axivî, "Îsal bihayê ka û kes pir giran e. Lewma jî em heywanên xwe berdidin çêre."
Giyasettin Gultekin jî wiha axivî, "Digel ku nîvê meha berfanbarê ye, em hê jî heywanên xwe berdidin çêre. Berf çiqas dereng bikeve, ew ê heywanên xwe ewqasî li derva biçêrînin. Par zivistanê pir zû dest pê kiribû. Îsal hewa germ derbas dibe. Heger wiha dewam bike em ê ji ka û kes û her wiha ji êm teserufê bikin."