İbrahim Yaldız
17 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2024
Li Mûşa ku yek ji wan navendên girîng ên heywandariyê yên Tirkiyeyê ye, heywandar bi gîhayê ku li ser berfê radixin va heywanên xwe têr dikin.
Kesên ku debara xwe bi heywandariyê dikin di nav şert û mercên hewayê yên xerab da jî heywanên xwe xwedî dikin.
Li gundê Guzelkentê ya ku bi berfê çîlspî bûye, cotkar li nêzîkî malên xwe gîha yan jî tenekeyên ku bi kayê hatine dagirtin datînin ser berfê da ku heywanên wan bixwin. Heywandar rojê du danan heywanan alif dikin.
Hîkmet Teker ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku ew bi malbatî vî karî dikin.
Cuneyt Gul jî got ew 30 sal e bi malbata xwe va heywandariyê dike û wiha axivî: "Zivistana me hat û jiyan zehmet bû. Tekane debara me heywandarî ye. Hewa her çiqas sar be jî em pezê xwe li derva alif dikin."