İbrahim Özcan
17 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 18 Berfanbar 2024
Sûriyeyiyên ku di kêliya şerê navxweyî da xwe spartin Tirkiyeyê, piştî têkçûna rejima Beasê ya 61 salî vedigerin welatê xwe.
Sûriyeyî li Kilîsê ber Deriyê Gumrikê yê Oncupinarê civiyan û piştî kar û barên li Navenda Paşveşandinê, diçin welatê xwe.
Eysem Mentarê 26 salî ji bo ku vegere welatê xwe hat ber deriyê sînor û ji bo mazûvaniyê spasiya miletê Tirk kir.
Mentar diyar kir, ew 10 sal berê hat Tirkiyeyê, tu welatî deriyê xwe ji wan ra venekir û wiha dewam kir, "Vêga welatê me hat paqijkirin, em ê vegerin welatê xwe. Xwedê ji gelê Tirk razî be. Me nanê wan xwar, ava wan vexwar, ez ê bîra Tirkiyeyê bikim."
Mihemed Tirkmenê (36) ku 8 sal berê xwe spart Tirkiyeyê jî got ku piştî li Sûriyeyê kuta bû, ew dixwaze vegere welatê xwe.
Tirkmen wiha got, "Ez pir spasiya gelê Tirk û Recep Tayyîp Erdogan dikim. Gelê Tirk miemeleyeke pir baş bi me ra kir. Li Sûriyeyê jiyaneke nû li benda me ye."
Ji aliyê din va Weqfa Diyanetê ya Tirkiyeyê, Heyva Sor a Tirk û hin saziyên alîkariyê li nêzî Deriyê Sînor ê Oncupinarê li malbatên Sûriyeyî, li polêsên ku li herêmê tevdîrê hildidin û li mensûbên çapemeniyê şorbe bela kirin.