İbrahim Yaldız
27 Berfanbar 2024•Rojanekirin: 29 Berfanbar 2024
Li Mûşê ji ber berfê rêya 210 gundan hat girtin.
Berfa ku ji sibehê va bi navber tê bandoreke neyinî li jiyanê kir.
Navenda bajê spî xemilî û li hin cihan ajokaran zehmetî kişandin.
Ekîbên paqijkirina berfê ya Midûriya Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Mûşê li rêyên gundan xebat da destpêkirin.
- Hişyariya zincîr û lastîka zivistanê
Şeyhmus Yenturê Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet a Bajêr daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi 50 makîneyên kar û 65 xebatkaran va xebata paqijkirina berfê dikin.
Yentur diyar kir ku ekîb li sehayê ne û wiha axivî: "Li tevahiya Mûşê 368 gundên me hene. Ji vana 210 heb ji ber berfê hatin girtin. em ji bo ku welatiyên me mexdûr nebin xebatên xwe didomînin. Em dixwazin ku ajokar tevdîrên zivistanê bi cî bînin. Bila li ba wan zincîr hebe û lastîkê zivistanê bi kar bînin."