Sabri Yıldırım
02 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2023
Piştî ku hewa dîsa germ bû ji ber ku heywanên xwe cardin li çolê diçêrînin heywandar kêfxweş in.
Li bajêr welatiyên ku hewyan xwedî dikin piştî hewa germ bû dîsa heywanên xwe berdan çolê.
Yilmaz Bîngolê li Nehiyeya Ziyaretê pêz xwedî dike destnîşan kir ku gava hewa xweş be ev bi kêrî wan tê û wiha axivî, "200 pezên min hene. Gava hewa xweş be û em pezê xwe biçêrînin mesrefên me kêm dibin. Em heya êvarê pezê xwe li çolê diçêrînin."
Ramazan Mutlu jî diyar kir ku hewa xweş e û çêreyê aroje daye û wiha got, "Em pez û dewarên xwe diçêrînin. Niha em alif nadin heywanên xwe. Piştî baranê çêre hêşîn bû û em heywanên xwe li çolê diçêrînin."