Sabri Yıldırım
03 Gulan 2026•Rojanekirin: 03 Gulan 2026
Li Mûşê rêncber piştî zivistana dûr û dirêj pez û dewarên xwe berdidin çêre.
Li bajêr bi rabûna berfê ra mêrg û mexel hêşîn bûn û bi birên pez û dewaran rengîn bûn.
Bi germbûna hewayê ra rêncberan heywanên xwe yên ku di zivistan da li gom û tewleyan xwedî dikirin, berdan çêreya mêrg û mexelan.
Omer Gulerê ku li gundewarê navçeya Haskoyê rêncberiyê dike, diyar kir ku siruşt bi xwe va hat û çêre hêşîn bû.
Guler daxuyand ku ew heta êvarê heywanên xwe li Deşta Mûşê diçêrînin û wiha dewam kir, "Zivistana îsal pir dijwar û dirêj derbas bû. Sezoneke bi xêr û bereket bû. Baran pir barî. Em hêdî hêdî heywanên xwe berdidin çêre. Her der hêşîn bûye. Siruşt xweşiktir dibe. Em debara xwe bi heywandariyê dikin. Ji ber ku karê me bixwe ye, em pê razî û kêfxweş in. Deşta Mûşê bi birên pez û dewaran tije bû, her kes heywanên xwe li vê derê diçêrîne."
Rêncber Maşallah Oguz jî diyar kir ku berfa zozanan hê neheliyaye.
Oguz diyar kir, ew ji bo ku heywanên xwe derxin zozanan, li benda helîna berfê ne û wiha dewam kir, "Havînê ev der pir germ dibe û heywanên me nexweş dikevin. Ji ber vê yekê em derdixin zozanan, dema hewa sar dibe, em cardin vedigerin deştê. Zivistan pir dijwar derbas bû. Bi germbûna hewayê ra me heywanên xwe berda çêre."