Şanliurfayê kesên ku hewa biharê digel bêhnvedana dawiya hefteyê weke firsendekê dîtin, berê xwe didin mekanê dîrokî yê ku weke "mezintirîn akvaryuma cîhanê ya siruştî" tê zanîn û di warê geştiyariya baweriyê da xwedî cihekî giring e.
Li komelgeha ku dikeve navenda sembola bajêr, kesên ku tên serdanê xwarinê didin masiyan û fotografê bîranînê dikişînin.
Welatî diçin serdana meqamê ku weke cihê jidayikbûna Îbrahîm Xelîl tê bawerkirin û dua dikin.