İbrahim Yaldız
06 Îlon 2025•Rojanekirin: 08 Îlon 2025
Li Xaskoya navçeya Mûşê hêzên ewlehiyê qerteleke birîndar dît, qertel ji bo dermankirinê teslîmî ekîbên Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê kirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê Tîma Parastina Heywanan, Tebîet û Hawirdor ya girêdayî Midûriya Şaxa Asayişê ya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr li çolwarê gundê Yukariuçdamê dema dewriyeyê da qerteleke birîndar dît.
Ekîbên cendirmeyan qertelê birîndar ji wir hildan û teslîmê peywirdarên Midûriya Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Tebîetê kirin.
Qertel tê dermankirin û piştî ku baş bû dê dîsa berdin tebîetê.