Ayşe Karaosmanoğlu
05 Îlon 2025•Rojanekirin: 06 Îlon 2025
Hat diyarkirin ku dê ji dawiya hefteyê pê va germahî hêdî hêdî bikeve.
Pisporê Texmîna Hewayê yê Midûriya Giştî ya Meteorolojiyê ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî,Guherîna Av û Hewayê Cengîz Çelîk daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û der barê rewşa hewayê ya dawiya hefteyê da nirxandin kirin.
Çelîk da zanîn ku dawiya hefteyê bi şiliyê ra li tevahiya welêt dê germahî heta normalên asta demsalê bi qedeme bikevin.
Çelîk da zanîn ku bi taybetî dawiya hefteyê li bakur û herêmên navîn li benda taviya bi birqetav in û got ku "Dema mirov wek herêm lê binêre rojhilatê Marmarayê, Egeya Navîn, Rovayê Behra Spî, Anadoluya Navîn û tevahiya Herêma Behra Reş hem şemiyê hem jî yekşemê dê tavî hebe."
- Dawiya hefteyê bi taybetî li Enqere û Stenbolê baran tê payîn
Çelîk got ku li Enqereyê her sê rojên li pêş me taviya baranê tê payîn û da zanîn ku germahiya herî zêde ya li Enqereyê dê sibê heta 30, şemiyê 26 û duşemê heta 23 pileyan bikeve.
Çelîk got ku li Stenbolê sibê û duşemê demkurt jî be baran tê payîn û got ku germahiya herî zêde ya li Stenbolê jî dê dora 27 û 28 pileyan be.