İbrahim Atmaca
10 Sibat 2019•Rojanekirin: 11 Sibat 2019
BÎTLÎS
Li Bitlîsê kaşûnhezan dawiya hefteyê berê xwe dan navenda kaşûnê.
Li tesîsa kaşûnê ya li texma Xana El Amanê ya dîrokî ku li ser rêya Bitlîs û Tetwanê ye, her çend berf dibare û mij heye jî kaşûnhezan xwe şiqitand û snowborad kirin û xwe bi xizekan şiqitand.
Li navenda kaşûnê qerebalixî û dor çêbû û hinek ji bo ku bi malbata xwe ra şiqitîn kêfa wan hat, hinekan jî ji ber qerebalixiyê ekîpmanên kaşûnê û xizek ji wan ra neman.
Pisporê cerha mêjî Burak Ozdemirê ku di Nexweşxaneya Dewletê ya Tetwanê da wezîfedar e jî li tesîsê xwe şiqitand. Ozdemir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew dixwazin tesîsa kaşûnê zêdetir were pêşxistin.
Belkis Akyildiza ku malbata xwe ra xwe li ser xizekê şiqitand jî got ku ew dawiya hefteyê bi mêrê xwe ra hate kaşûnê û wiha dewam kir, "Em bi zarokê xwe ra xwe dişqitînin. Ev der pir xweş e û em ji bo her kesî pêşniyaz dikin. Li Şanliurfaya welatê min berf tuneye. Em hewl didin ku dawiya her hefteyê werin kaşûngehê. Ev der ji bo me cihekî jêneger e."