İbrahim Atmaca
10 Sibat 2019•Rojanekirin: 11 Sibat 2019
DIYARBAKIR
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ku şaredar lê hat wezîfedarkirin, bernameyek li dar xist û dengbêjan jî di bernameyê da kilam gotin.
Li Navenda Çand û Kongreyê ya Serokatiya Daîreya Karên Çandî û Civakî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê komên muzîkê yên cuda li hev civand û "Rojên Muzîkê ya Konservatuara Bajêr" li dar xist.
Çalakiyê çar rojan dewam kir, nûnerên dibistanên muzîkê, bestekar, hunermendên dengbêj û tembûrê û ekîbên lîstikên gel tê da civiyan.
Di roja dawîn a çalakiyê da Civata Defê ya Şaredariya Bajarê Mezin erbane lê dan û paşê dengbêjan kilam gotin.