Orhan Pehlül
09 Tîrmeh 2021•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2021
Li nêzî Çiyayê Nemrûdê yê li Kehtaya navçeya Adiyemanê çirçirka ku goşt dixwe hat dîtin.
Li nêzî Çiyayê Nemrûdê yê di Lîsteya Mîrata Dinyayê ya UNESCOyê da cî digre çirçirka goşt dixwe ya 20 santêmî hat dîtin.
Pispor dibêjin çirçirka cureya "saga ephippigera" ya ku heşeratên bi zirar û bihokan dixwe dibê were parastin lewra dostê cotkaran e.