Muzaffer Çağlıyaner
06 Mijdar 2024•Rojanekirin: 06 Mijdar 2024
Li Osmaniyeyê di qezaya trafîkê ya ku 2 wesayît û motorek li hev qelibîn da 4 kes mirin û 3 kes jî birîndar bûn.
Li dora bajaroka Cevdetiyeyê ya li ser rebeja Osmaniye-Kadîrliyê wesayiten ku nasnameya şofêrên wan hê nediyar in û plaqeya wan 80 EK 033 û 80 ACJ 095 û motora ku plaqeya wê 80 DK 377 li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê gelek ambulans û ekîbên agirkujê çûn cihê bûyerê.
Ekîban tesbît kir ku Erman Keleş, Bugra Guzeloglu û Furat Mendîz mirine û 4 kes jî birîndar bûne.
Ekîban birîndar rakirin nexweşxaneyan, lê ji birîndaran Beyazit Arik li hemberî hemû hewldanan ji mirinê nefilitî.
Dermankirina birîndarên din dewam dike.