Hüseyin Demirci
17 Hezîran 2023•Rojanekirin: 22 Hezîran 2023
Siruşthezên ji çar aliyê welêt hatibûn di çarçoveya gera siruştê ya ku Komeleya SiruştaBakur organîze kir da xweşî û siruşta Qers, Erdexan û Îdirê dîtin.
Qefleya turîstan a ku bi pêşengiya hîndekarê zanîngehên Koç û Utahê û Serokê Komeleya Siruşta Bakur Prof. Dr. Çagan Şekercîoglu va hatin, li cî û warên dîrokî û siruştî yên bajarên serhedê geriyan.
Şekercîoglu daxuyanî da nûçegihanê AAyê got ku ji bo turîzma li herêmê pêş bikeve divê xebatên wiha bên kirin.
Di axaftina xwe da Şekercîoglu got ku koma wan ji 25 kesan pêk tê û di nav 4 rojan da li gelek cî û warên xweş geriyan û xweşiyên siruştê bi çavê serê xwe dîtin.