Hüseyin Demirci
17 Gulan 2024•Rojanekirin: 18 Gulan 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê berf barî û hewaya sar bi bandor bû.
Li navçeyê bi şev hewa 2 pileyan daket binê sifirê, barana gur a ku navber bi navber dibariya, li deverên bilind jî cihê xwe ji berfê ra hişt.
Li Borana Handereyê, Çiyayê Agbabayê, Çiyayên Ellahûekberê, Çiyayê Sibhanê yê biçûk bi barîna berfê ra sipîçil bûn. Kulîlkên biharê di binê berfê da man.
Li hinek herêman çivîkan di golên avê yên ku ji baran û ava berfê çêbûbên, li xwarinê geriyan.
Ji welatiyan Şenay Vanliyê destnîşan kir ku ev 10 roja barana gur dibare û got, "Piştî baranê berf barî hemî alî sipîçil bûn. Înşelleh ewê heftiyeke din germbûna hewayê zêde bibe."