Ömer Tarsuslu,Hüseyin Demirci
09 Nîsan 2023•Rojanekirin: 17 Nîsan 2023
Li Qersê berfîn û pîvokên mizgîniya biharê, kulîlk vedan.
Li Qersa ku demsala zivistanê lê dijwar derbas dibe, bi germa hewayê ra berf dihele.
Piştî ku helîna berfê dest pê kir, berfînên mizgîniya biharê yên spî û şîn kulîlk vedan.
Li herêma gundê Agadeveyê yê li ser navendê, dîmena berfînên deştê hat kişandin.
Li navçeya Sarîqamişê jî piştî berf barî dîmenên xweş çêbûn.
Li navçeyê sê rojan ser hev bi navber berf barî û li herêma Handereya ku raqima wê 2 hezar û 368 mêtre ye, daristana çamê bi berfê xemilî. Li nava daristanê pîvokên ku kulîlk vedane jî dîmenên xweş derxistin holê.