Servet Tümer
08 Nîsan 2023•Rojanekirin: 14 Nîsan 2023
Li Serîka navçeya Antalyayê masîgirê amator di çemê Acisuyê da masîpankê rengîn qefalt.
Masîgir Dogukan Sumer daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku di li Taxa Belekê di çemê Acisuyê masîpankê rengîn (koî) qefaltiye.
Dogukan Sumer destnîşan kir bi masiyê ku bi qasî kîlo û nîvekê hatiye ra wêne kişandiye û di pey ra dîsa berdaye avê.
Li gor agahiyan masîpankê rengîn li herêma Belekê di hewzên hin otêlan da tên xwedîkirin û dibe ku ji wir derbasî çêm bûbe.