Önder Beyter
20 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
KARS
Li Sariqamûşa navçeya Qersê bi hatina biharê ra werdekên beyanî yên koçer vegeriyan û hirç jî ji xewa çileyê hişyar bûn.
Li çarheqalê navçeya Sariqamîşê ku zivistanê ji yek deverên herî sar ê Tirkiyeyê ye, li daristana darên çamê gelek heywanên kovî yên wekî hirç, gur, xinzîr, rovî û kivrîşk dijîn.
Li navçeyê êdî xulexul ketiye erdê, berf qul bûye û dihele. Dîsa piştî ku cemeda Gola Werdekan a li navçeyê heliya, teyr û tuyên koçer dest bi vegerê kirin û li tanga Rasta Xencerliyê werdekên beyanî yên gevez xuya kirin.
Li nêzîkî Dibistana Bilind a Pîşeyê ya Werziş û Perwerdekirina Bedenê ku li binê navçeyê ye, kudika hirçekê ku qederek berê ji xewa çileyê rabûn, xuya kir.
Dîmenê kudika hirçê bi kameraya têlefoneke mobîl hat kişandin û herwiha rewşeke cuda ye ku hirç ev çend nêzîkî warê mirovan dibin.