Türkan Tosun
06 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li bajarê Qersê bi hatina biharê va hewa xweş bû û xweza zindî bû.
Qers li Tirkiyeyê yek ji wan bajaran e ku zivistan pir zehmet derbas dibe.

Bi hatina biharê xweza ji nû va zindî bû, gundî jî amadehiya biharê dikin.
Li gundê Bogatepeya li ser navenda Qersê ye berf hê neheliya ye lê kulîlk jî vebûne. Berf û kulîlk bi hev ra dîmenên xweş derdixin holê.

Li Kuyucuka gundê li ser navçeya Arpaçayê jî welatî bi erebeyên hespan diçin zeviyên xwe gubreyê lê bireşînin.
Ji gundiyan Burak Ayaz jî kewên ji zivistanê vir va di hûndir da xwedî dike derxiste derva ku ew li esman bifirin.

Ayaz ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand li Qersê zivistan dirêj dikşîne û wiha axivî: "Ev der li Tirkiyeyê yek ji wan bajaran e ku zivistan pir zehmet derbas dibe.Hin cihan bihar hatiye lê em teze ji zivistanê derdikevin. Hê berf heye, lê kulîlkan jî vekiriye. Sirûşt zindî dibe, berf dihele, dîmenên xweş derdikevin holê."