Önder Beyter
06 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2020
Li Qersê ji ber qiraviya ku bi tesîra sermayê çêbû, dar spîçîl bûn.
Li bajêr ji ber ku germahiya hewayê hetanî 8 pileyan berjêrî binê sifirê bû, dar û nebatên din spîçîl bûn. Her wisa ji ber qiraviya ku bi tesîra sermayê çêbû dîmenên xweşik derketin holê.
Hin welatiyan ji bo ku ji sermayê biparêze, wesayîtên xwe bi betanî û brandayan nixumandin.
Li Gola Çildirê ku dikeve navbera sînorê Qers-Erdexanê û beşeke rûyê wê cemed girtiye jî dîmenên xweşik derketin holê. Dîsa li navçeya Sariqamûşê jî daristanên darçamên zer bi berf û qiraviyê xemilîn.
Li Qaqizmana navçeya Qersê jî texsîvanan ji bo kevokên ku serma kirin, qût danîn.
Xebatkarên rawestgeha texsiyê ya li Qada Îstiqlalê ji bo kevokên ku ji ber sînordarkirina derketina derva û sermayê di dîtina qût da zehmetî dikişînin, qût danîn.
Ajokarê rawestgehê Ali Bozdag diyar kir ku çivîk ji bo wan emanet in û wiha dewam kir, "Em havîn zivistan hewil didin ku xwedî li çivîkên ku tên vê derê derkevin. Hûn jî dibînin, em her roj qût didin wan. Di sir û serma û her wiha hişkiyê da ajal nikarin ji xwe ra xwarinê peyda bikin. Dema birçî dimînin jî pêşiyê emanetî Xwedê, dû ra jî emanetî me ne. Lewma em jî hewil didin ku qût bidin wan da ku birçî nemînin."