Abdullah Tel
23 Cotmeh 2020•Rojanekirin: 27 Cotmeh 2020
Li Arpaçaya navçeya Qersê xwediyên keriyên pez di dema beranberdanê da beranên xwe xemilandin û berî nav mêşinan dan.
Welatiyên li gundê Koçkoyê heywandariyê dikin kevneşopiya bi salan e dewam dike domandin.
Beranên ku di meha gulanê da ji birê tên veqetandin di demsala payîzê da tevlî birê tên kirin.
Gundiyên xwedî pez di dema beranberdanê da mîna ku dewetê bikin def û zirneyê tînin, beranan dixemilînin û berî nav birê didin.
Berî ku şivan bir ji zozanan bînin gundî ji bo dema beranberdanê dest bi amadehiyan dikin, beranan dixemilînin û sêv, hinar û şîranî bi stû û qiloçên beranan va dikin û wan wisa berî nav birê didin.
Ji şêniyên Koçkoyê Alparslan Bakar daxuyanî da rojnamegeran û got ku li gund dema beranberdanê di îlonê da dest pê dike û heta dawiya cotmehê dewam dike.