Önder Beyter
21 Sibat 2019•Rojanekirin: 23 Sibat 2019
Li Sariqamîşa navçeya Qersê dîmenê roviyên birçî ku li ser zeviyên biberf ji xwe ra li xwarinê digerin, hat kişandin.
Li Sariqamîşa navçeya bajarê ku bi şev germahiya hewayê di bin sifirê da 20 pile hat pîvan, şertên zivistanê tesîreke neyênî li jiyana kovî dike.
Roviyên ku di şert û mercên zivistanê da bi piranî birçî digerin, di nava zeviyan da xuya kirin û ku ji xwe ra li tiştekî xwarinê digeriyan. Dîmenên roviyên birçî di kamerayê da reng vedan. Hin roviyan jî nanên ku welatiyan danîbû kêleka rê, xwarin.
Ji aliyekî din va jî esnafê navçeyê ji bo çûkan êm danîn ber dikanên xwe.
Esnaf Salîm Altay diyar kir ku divê mirov di sir û sermayê da li hemberî jiyana kovî bêtir hişyar be û li gorî wê tevbigere û wiha dewam kir, "Em jî genim û ceh ji bo çûkan datînin."
Di vê navberê da li navçeyê şembelûkan bi baniyên avahiyan va girtin. Ekîbên şaredariyê xwê li rêyên qerimî wer kir û berfa ku li nava bajêr kom bûye, bar kirin û birin dervayî bajêr vala kirin.