Ömer Tarsuslu
27 Nîsan 2024•Rojanekirin: 29 Nîsan 2024
Li Qersa ku yek ji wan bajarên ku zivistan lê dijwar derbas dibe, guriya Şelaleya Susuzê bi ava berfê zêde bû.
Şelaleya Susuzê ya li ser rêbeja Qers-Erdexanê ku bi qasî 75 metroyan ji bilindahiyê va diherike, bi bedewî û xweşikiya xwe ya di her demsalê da bala geştyarên xwemalî û biyanî dikişîne.
Şelaleya ku bi berfa mehên biharê derdora wê spî dibe, bi helîna berfê ra dicoşe û asta wê ya avê bilind dibe.
Şelaleya ku zivistanê beşeke wê ya zêde diqerise, di biharê da bi şînayî û kulîlkan rengawreng dibe.
Welatiyên ku tên qada mesîreyê ya derdora şelaleyê dibin şahidê bedewiya siruştî ji xwe ra fotografan digirin.
Dîmenên bedewiya siruştê, herikîna avê, şirîna şelaleyê bi droneyê hatin girtin.