Hüseyin Demirci
28 Îlon 2024•Rojanekirin: 29 Îlon 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê, ber destê êvarê hirçan xwe berda navenda navçeyê û di nava konteynerên çopê da li xwarinê geriyan.
Li Sariqamîşa bi daristanên Sariçamê dorpêçkirî ku tekane cihê cîhanê ye ku hirçên koçber lê dijîn, car bi car ajel xwe xwe ber didin nava navçeyê.
Li Sariqamîşa ku raqima wê 2 hezar û 150 ye, hirçên boz hin caran bi tena serê xwe û hin caran jî bi refên xwe ra tên navendê.
Taxa Tepeya nêzîkî qada daristanê, devera xaniyên TOKÎyê ya Taşkiranê û taxa Înonuyê hirç tên ser konteynerên çopê û diçêrin.
Hinek ji welatiyan ji nava wesayitên xwe va ji dûr va li hirçên boz ên qerase temaşe kirin.
Ji welatiyan Omer Ayan ji nûçegihanê AAyê ra destnîşan kir ku hirç êvarê dadikevin taxan û got, "Hirç her êvar tên devera xaniyên TOKÎyê ya Taşkiranê, ji xwe ra li xwarinê digerin. Divê mirov zêde nêzîkî wan nebe. Konteynerên çopê werdigerînin û ji navê diçêrin."
Hirçên ku têra xwe çêriyan ji ber ku kûçikan ew nerehet kirin, ji herêmê dûr ketin.