Hüseyin Demirci
23 Berfanbar 2023•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2024
Li Sariqamîşa navçeya Qersê jin di rojên sar ên zivistanê da bi alîkariya hev nan li tendûrê dixin.
Li gundê Yagbasanê ya ku tesîra sermayê lê zêde ye, jin şev hevîrê xwe distirên û serê sibê jî tên cem hev û nan dipêjin.
Jin hevîrê xwe dikin girik û paşê bi refikê tendûrê dixin.
Nanê ku di tenûrê da tê pehtin bi qasî hefteyekê teze dimîne.
Ji wan jinên ku nan dipêjin jê Gulhan Gençê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ew kevneşopiya nanê tendûrê didomînin.
Gençê anî ziman ku li gund nan bi hevkarî tê pehtin û wiha got: "Hewa pir sar e û ev kar bi tenê nabe. Ji ber vê em bi cîranên xwe ra li hev dicivin û nan dipêjin. Em ji arê xwe yê genim dipêjin, rojên me bi vî awayî derbas dibin. Em li gorî hewayê nanê xwe dipêjin. Carna ba û bahoz jî hebe ji ber ku em li gund dijîn em mecbur in ku vî karî bikin."